Çekdarên ser bi Tirkiyê 3 gundên Helebê ji rêjîma Sûriyê kontrol kirin

Grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve, 3 gundê Helebê ji rêjîma Sûriyê kontrol kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve, 3 gundê Helebê ji rêjîma Sûriyê kontrol kirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, çekdarên ser bi Tirkiyê ve îro êrîşî ser pêgehên rêjîma Sûriyê li derdora bajarê El Babê kirin û şer û pevçûn derketin.

Rewangehê diyar kir, piştî wî şerî, grûpên çekdar karîn gundê Şuale, Til Rihal û Xirbişe li rojavayê El Babê kontrol bikin û hejmarek ji serbazên rêjîma Sûriyê dîl ketin destê wan. Tekez kir jî ziyanên canî ji her du aliyan hene.

Rewangehê amaje bi wê jî kir, grûpên çekdar girtevîdyoyek belav kirin û tê de siyar dibe, çekdaran ala Rûsî û ala rêjîma Sûriyê daxistine û pêle wan kirin.

Ji aliyekî din ve, Navenda Medyayî ya Efrînê belav kir, çekdarên ser bi Tirkiyê ve bi dehan otombîlên serbazî ji Efrînê derketin berên xwe dan, herêma Şehba û El Babê.

 

 

S. B