Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê pêvajoya aştiyê tê rojevê

Berdevkê HDPê bo K24ê da zanîn ku ew bêyî şert û merc ji bo aştîyekê bi rûmet û proseyekê demokratîk amade ne.

K24 – Enqere

Li Tirkîye û Bakurê Kurdistanê car caran bo çareserîya pirsa Kurdî egera proseyekê nû tê rojevê. Di vê çarçoveyê da karvedanên daxuyanîya parlamenterê berê yê HDPê Sirri Sureyya Onder ku gotibû, "ez wek sala 2012an ji bo aştîyê bi hêvî me" didomin. HDP jî dibêje ew jî tim bo çareserîyê bi hêvî ne, lê belê nîyeta desthilata AKP û MHPê nîne ku proseyekê nû bidin dest pê kirin. Her wiha Berdevkê HDPê bo K24ê da zanîn ku ew bêyî şert û merc ji bo aştîyekê bi rûmet û proseyekê demokratîk amade ne.

Li Tirkîye û bakurê Kurdistanê car caran hin alî behsa çareserîya pirsa Kurdî û egera ji nûve destpêkirina proseya aştî û çareserîyê dikin. Piştî daxuyanîya Sirri Sureya Onderê parlamenterê berê yê HDPê ku di proseya çareserîyê da berdevkîya şandeya Îmralîyê dikir, careke din nîqaşên proseyekê nû anî rojevê. Onder gotibû "ew wek sala 2012an bo aştiyê bi hêvî ye."

Gelo HDPya ku di wê proseyê da aktorekî girîng û navbeynkar bû derheqê egera proseyekê nû da çi dibêje. Gelo ew jî wek Sirri Sureyya Onder hêvîdar in an na? Berdevkê HDPê Gunay Kubîlay bersiva vê pirsê dide û dibêje ji bo çareserîyê ew her dem bi hêvî ne û zû yan dereng wê proseyekê çareserîyê dest pê bike.

Berdevkê HDPê Gunay Kubilay ji K24ê re got: "Wekî ku birêz Onder jî gotîye; me wek HDP tu carî hêvîyên xwe ji aştîyekê bi rûmet û proseyekê çareserîya demokratîk nebirîye û em bawer in ku ev yek wê zû dereng pêk were. Kurd jî wê wek gelên din çarenûsa xwe ya sîyasî dîyar bikin û sîstemekê demokratîk ava bikin."

Lê belê berdevkê HDPê dide zanîn ku konjuktura sîyasî ya Tirkîyeyê, êrîşên dawî yên li ser Rojavayê Kurdistanê û helwesta heyî ya desthilata AKP û MHPê rîya çareserîyê digre û niha li pêşîya desthilat projeyekê bi navê çareserîyê jî tune ye. Her wiha HDP dibêje, ew ji bo proseyekê nû her tim bêyî şert û merc amade ne.

Berdevkê HDPê Gunay Kubilay got jî:"AKP li gorî mutabeqeta Dolmabahçeyê tevnegerîya û proseyê têk bir. Ji wê rojê şûnde kiryarîyên antidemokratik yên desthilatê dide nîşan ku êdî ew nikare kêşeyan çareser bike. Jixwe nîyeta wî jî tune ye. Lê em wek HDP bêyî şert û merc her tim bo çareserîyê amade ne, û em tu şertekî jî qebûl nakin. Li gorî me divê pêşî em ji desthilata AKP û MHPê xilas bibin. Dûra jî em rîya çareserîyekê demokratîk peyda bikin."

Her wiha tevger û partîyên nû ku ji partîya desthilatdar Ak Partîyê cihê bûne jî girîngîyê didin pirsa Kurdî û pêşnîyazên xwe pêşkêş dikin. Piştî ku partîya Pêşerojê ya Davutoglu pêşnîyaza hemwelatîtîya wekhev û perwerdeya zimanê zikmakî xiste bernameya xwe, niha jî herî zêde nêrîna partîya Alî Babacan ya ser meseleya Kurdî tê meraqkirin.