Hesaf: ENKS ji sibe ve amade ye hevpariyê bi PYDê re bike
Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê radigihîne, nerîna Rûsya li ser pirsa Kurdî li Sûriyê ji ya Amerîka zelaltir e.
K24 – Navenda Nûçeyan
Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê radigihîne, nerîna Rûsya li ser pirsa Kurdî li Sûriyê ji ya Amerîka zelaltir e.
Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê Îsmaîl Hesaf beşdarî bernameya “Rojev” a K24ê bû û li ser naveroka civîna wan bi Nûnerê Serokê Rûsya bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqyayê û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mîkhaîl Bogdanov re li Hewlêrê ragihand: Rûsya zêdetir xwe wek dostê Kurd dibîne û girîngiyê dide tevgera ENKSê û tekezî li ser yekrêziya Kurd li Sûriyê kir, ku projeyeke wê ya hevbeş hebe, ji bo piştevaniya wê bikin, çi li ser asta navdewletî û çi li ser asta navxweyî ya Sûriyê de.
Li ser pirsa yekrêziya Kurdî jî diyar kir, ew wek ENKSê her dem amade ne bi PYDê re hevpariyê li gor rêkeftinên berê yên Hewlêr û Duhokê yên bi serperiştiya Serok Barzanî hatine kirin, bikin û ji sibe ve amade ne wê rêkeftinan bicih bikin û hevpariya siyasî, îdarî, serbazî bikin.
Li ser rola Rûsya bo navbênkariyê di navbera Kurd û rêjîma Sûriyê de bike, got: Rûsya piştevaniya rêjîmê dike û ji bo berjewendiyên xwe, dixwaze aştî û aramî lê pêk were, herwiha Rûsya dizane jî ku Kurd kilîta demokratîbûnê ye, heger pirsa Kurdî li Sûriyê çareser nebe, anku pirsgirêka kêmnetewan çarser nabe. lê ta niha Rûsya di vê derbarê de fişarê li rêjîmê nake, ew tenê karê dîplomasî dike.
Li ser rola Amerîka Hesaf got, nerîna Rûsya derbarê pirsa Kurd li Sûriyê zelal e, lê li hemberê heta niha çareserkirina pirsa Kurd li Sûriyê li cem Amerîk ne diyar e, her dezgehekê wê nerînekê dide, Koşka Sipî, Wezareta Derve, Îstixbarata Amerîkî, daxuyaniyên cuda derbarê pirsa Kurdî didin.
S. B