Kalemêrekî Efrînî di bin eşkenceya çekdaran de hat kuştin

Grûpeke çekdar berî çend rojan bi zorê ketibûn mala kalemêrekî Efrînî û lê dabûn, îro wî kalemêrê 73 salî ji ber giraniya birînên xwe li nexweşxaneyê canê xwe jidest da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpeke çekdar berî çend rojan bi zorê ketibûn mala kalemêrekî Efrînî û lê dabûn, îro wî kalemêrê 73 salî ji ber giraniya birînên xwe li nexweşxaneyê canê xwe jidest da.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, kalemêrê 73 salî Silêman Hemok yên ji gundê Kanî Gewirkê ku roja 29ê Cotmehê grûpeke çekdar ketibûn mala wî lê dabûn û ji ber birînên xwe bo nexweşxaneyê hatibû veguhastin, îro canê xwe jidest da.

Ev ne cara yekem e grûpên çekdar bi darê zorê dikevin malên kesên temen mezin û li wan didin û pereyên wan didizin, pêştir jî çekdaran kalemêrek û hevjîna wî eşkence dabûn û kuştibûn.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, zêdetir ji 40 kesî di bin eşkenceya çekdaran de hatine kuştin.

 

S. B