Kurdekî din ê Efrînê di bin eşkenceya çekdaran de tê kuştin

Li Efrînê welatiyekî din ê Kurd ji piştî revandinê, bi awayekî hovane di bin eşkencedana çekdaran de tê kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Efrînê welatiyekî din ê Kurd ji piştî revandinê, bi awayekî hovane di bin eşkencedana çekdaran de tê kuştin.

Çalakvanekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, Seîd Mecîd Reşîd ku bazirganekî zeyt û zeytûnan ê ji gundê Etmana yê ser bi navçeya Reco ve ye, ji nêzîkî du mehan ve ji aliyê grûpa Ehrar e El Şerqiyê ve hatibû revandin, duhî kuştî li nêzîkî gundê Husê yê navçeya Mabeta hat dîtin.

Wî çalakvanî diyar kir, grûpa Ehrar El Şerqiya li hember berdana Seîd Mecîd Reşîd, daxwaza bireke mezin ji pereyan ji malbata wî kiribû, malbatê jî karibû nêzîkî 25 hezar Dolar dabûn wê grûpê, lê tevî wê jî termê wî li çiyayê gundê Husê kuştî hat dîtin û li ser gewdê şûna eşkenceyên hovane hebûn.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ve, zêdetir ji 40 welatiyên Kurd di bin eşkencedeya hovane de û bi guleyên rasterast yên grûpên çekdar hatine kuştin.

Ji aliyekî din ve, Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa Polîsa Medenî û Îstixbarata Tirkiyê ji roja 29ê meha bûrî ve welatiyê bi navê Şiyar Yûsif ji navçeya Mabeta revand û ta niha çarenivîsa wî ne diyar e.    

 

Seîd Mecîd Reşîd
Seîd Mecîd Reşîd

 

S. B