Geştyar her çar demên salê berê xwe didin pira Dehderî

Li Diyarbekirê di Zivistanê de hewayê wekî Buharê tê jiyîn.

K24 – Diyarbekir

Di demsala zivistanê de piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê jî di bin berf û baranê de mane. Lê belê li Diyarbekirê dinya germ e û hewa wekî biharê xweş e. Bi hezaran geştyarên xwicihî û biyanî berê xwe didin Pira Dehderî ya dîrokî û li vê derê demên xweş derbas dikin.

Pira Dehderî ya dîrokî ya Diyarbekirê, yek ji cihên geşytarî yên herêmê ye. Bi hezaran geştyarên xwecih û biyanî çar serdemên salê berê xwe didin vê derê û demên xweş derbas dikin. Di demsala zivistanê de jî berovajiya bajarên Serhedê li Diyarbekirê hewa wekî biharê xweş e.

Bûk û zava jî bi berbûkiyan re serdana Pira Dîrokî dikin û dixwazin ku zewaca wan jî wekî ximê Pirê saxlem be. Bi rojan bû ku li bajêr şilî bû û xelkê nedikarî derkeve derve. Ji ber vê yekê gelek welatî û geştyarên ku derveyê bajêr hatine di roja bi tav de berê xwe dan Pira Dehderî û li ber dengê dahol û zirneyê govend gerandin û keyf kirin. Geştyarên ku ji derveyê bajêr hatine jî pesnê bajêrê qedîm û berhemên dîrokî didin.

Pira Dehderî ya Dîrokî ji beriya 955 salan ji aliyê Merwaniyan ve li ser Çemê Dîcleyê hatiye avakirin. Berê çûnehata Diyarbekir û Mêrdîn û Batman û bajarên din ên bakur li ser vê pirê re dihat kirin. Lê belê niha ji hatûçûya wesatiyan re girtî ye û tenê welatî û geştyar dikarin serdana pirê bikin. Ji çar aliyên bakur, Tirkiye û cîhanê salane bi hezaran welatî serdana Pirê dikin, wêneyan digirin û demên xweş derbas dikin.