Mesrûr Barzanî û Balyozê Siwêdê li Iraqê tekeziyê li ser bihêzkirina pêwendiyan dikin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li Balyozê Siwêdê yê nû li Iraqê Lars Ronnas kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li Balyozê Siwêdê yê nû li Iraqê Lars Ronnas kir.
Di hevdîtinê de, guftûgo derbarê rewşa niha ya Iraqê û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Siwêdê de hatin kirin. Herdu aliyan pêdagirî li ser pêwîstiya arambûna Iraq û navçeyê kirin.
Balyoza Siwêdê amadehiya welatê xwe ji bo geşepêdana pêwendiyên bazirganî bi Herêma Kurdistanê re û handana webirhênerên welatê xwe ji bo webirhênanê li Herêma Kurdistanê bikin derbirî.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hêviya serkeftinê ji Balyozê Siwêdê yê nû di erkên wî de xwast û pesnê rol û beşdariya Siwêdê di Hevpeymaniya Navdewletî bo rûbirûbûna DAIŞ de da.
S. B