Firaksiyona PDKê daxuyaniyekê derbarê krîza gazê de belav kir
Firaksiyona PDKê li Parlementoya Kurdistanê nîgeraniya xwe li hember astengkirina hinartina gazê ji Çemçemalê bo Hewlêr û Duhokê nîşan da.
K24 – Navenda Nûçeyan
Firaksiyona PDKê li Parlementoya Kurdistanê nîgeraniya xwe li hember astengkirina hinartina gazê ji Çemçemalê bo Hewlêr û Duhokê nîşan da.
Firaksiyona PDKê li Parlementoya Kurdistanê li ser kirîza gazê li Hewlêr û Duhokê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyekê de hatiye gotin ku hinek kesên “xwedî desthilat” li Silêmaniyê, bo xatirê berjewendiyên xwe yên şexsî li pêşiya hinartina gazê bo Hewlêr û Duhokê astengiyan derdixin û dixwazin bi vê yekê ji xelkê re pirsgirêkan çêbikin.
Firaksiyona PDKê daye zanîn, piştî ragihandina piroseya reformê ji aliyê hikûmeta Kurdistanê ve û pêwîstiya şefafbûnê di hemû sektoran de, mijara gazê jî di heman çarçoveyê de hat nirxandin û ew îhale ku berê bê qanûn û yasa ketibû destê şîrketekê, niha ketiye destê şîrketek din ku bi qanûnî kar dike û qorixkarî û gendeliyê nahêle. Ê wisa xuya dike komek mafiya vê yekê qebûl nakin û dixwazin mîna xwe bikin. Duhî jî di dema veguhestina gazê de bo Hewlêr û Duhokê, komek çekdarên nenas êrişî tankeran kirine û li xwedanê şîrketê dane û daxwaza pişka xwe jê kirine!
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ew ji vê rewşê gelekî nîgeran bûne û bi tundî şermezar dikin û daxwaz dikin ev arîşe demildest were çareserkirin û gaza xelkê ji aliyê wan kesên mafiya ve neyê zeftkirin.
S. B