“Rêkeftina ENKS û Îtîlafa Opozîsyonê ti encam nedaye”

Tevî ku Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ji bo vegera koçberên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî rêkeftinek bi Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê re îmze kir, lê ta niha ev rêkeftin ti encam nedaye, herwiha serkirdeyên ENKSê dibêjin, biryara Itîlafê li ser hemû grûpên çekdar tune ye.

K24 – Qamişlo

Tevî ku Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ji bo vegera koçberên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî rêkeftinek bi Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê re îmze kir, lê ta niha ev rêkeftin ti encam nedaye, herwiha serkirdeyên ENKSê dibêjin, biryara Itîlafê li ser hemû grûpên çekdar tune ye.

Roja 10ê Çileya bûrî, Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ȗ Itîlafa Opozisyona Sûriyê rêkeftinek derbarê bajarên Rojavayê Kurdistanê yên ku hatine dagîrkirin îmze kir. Li gorî rêkeftinê, divê bipêkirinên mafên mirovan li bajarên Efrîn, Serê Kaniyê ȗ Girê Sipî werin rawestandin, da ku kesên jê koçber bûne jî vegerin mal û milkên xwe. Serkirdeyên ENKSê didin zanîn, ku biryara Itîlafê li ser hemû grûpên çekdar tune ye û ev yek jî li pêş serketina rêkeftinê bûye pirsgirêk.

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Nimet Dawud ji K24ê re got: “Heger xelk vegere ser cihên xwe, divê ev grûpên çekdar ji wan gund û bajaran derkevin. Me bi wan re tekez kir, heta ev grûp hebin, dê li pêş vê rêkeftinê asteng bin û divê ew derkevin. Îtîlafê got ku gelek grûp hene, ne ser bi wan ve ne û ti biryarên me li ser wan nîn in. Divê ev pirs bi gelek aliyan re bê gengeşekirin.”

Ji aliyekî din ve, Sekretêrê Patiya Aştiya Demokrat Telal Mihemed eşkere dike, armanca sereke ya Tirikyê ji dagîrkirina bajarên Rojavayê Kurdistanê, guhertina demografî ye û Itîlaf vê yekê pêk tîne. Herwiha dibêje ,da ku ev rêkeftin encam bide û welatî vegerin malên xwe, divê grûpên çekdar vekişin û hêzeke Kurdî li bajaran bi cihbibin.

Piştî îmzekirina herdu aliyan li ser rêkeftinê û ta roja îro, zêdeyî 150 malbatî ji parêzgeha Idlibê bi tenê li bajarê Serê Kaniyê bi cih bûn. Hin çavdêr dibêjin jî, ti biryara ENKSê û Itîlafa Opozisyona Sûriyê li ser çekdaran tune ye, loma ev rêkeftin ti guhertinê çê nake