Alîkarî ji bo mexdûrên erdheja Xarpêtê tê birêkirin

Di şeva 24'ê Çile de li Xarpêtê erdhejeke bi pileya 6,8'an çêbû û 41 welatiyan canê xwe ji dest da û hezar 600 welatî jî birîndar bûbûn.

K24 – Diyarbekir

Di şeva 24'ê Çile de li Xarpêtê erdhejeke bi pileya 6,8'an çêbû û 41 welatiyan canê xwe ji dest da û hezar 600 welatî jî birîndar bûbûn. Bi hezaran kesên ku zirar û ziyan gihişt avahiyên wan mexdûr bûn. Ji çar aliyên bakur û Tirkiyeyê li gel alîkariya ku dewlet dike, bi milyonan kesan jî kelûpel berhev kirin û di vê dema tengav de mexdûr bi tenê nehiştin.

Di şeva 24'ê Çile de li Sîvrîce ya Xarpêtê erdhejeke bi pileya 6,8 rû da. Di erdhejê de 41 welatiyan canê xwe ji dest da û hezar û 600 welatî jî birîndar bûn her wiha bi deh hezaran welatî jî bê xanî man. Welatiyên ku nekarîbûn kelûpelên xwe ji binê xirabeyan derxînin bi alîkariya ku ji wan re tê rêkirin jiyana xwe diborînin.

Mexdûrê Erdhejê Turan Ernek ji K24ê re got: "Ev mala me ye, hemû kelûpelên me di bin vê xopanê de mane. Malbata min di nav zehmetiyan de ji vê ji binê vê xirabeyê derketin. Em jî wekî bi hezaran welatî mexdûr bûne lê baş e ku welatî alîkariya me dikin."

Ji çar aliyên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi hezaran sazî û rêxistinan pêdiviyên mexdûran berhev kirin û ji wan re bi karwanan rêkirin. Karsaz û welatiyên Şirnexî jî ji mexdûran re xwarin, vexwarin, cilûberg û komir rêkirin û dan zanîn ku di roja teng de ew dê alîkariya mexdûran bikin.

Ajokarê barhilgira alîkariyê Suat Hayrî Erdogmuş dibêje: "Ez ji Şirnexê têm, me ji mexdûrên erdheja Xarpêt û Meletiyê komir aniye. Erdhej afadeke xwezayî ye, di demên wisa giran de ji destê kê çi were divê bike."

Ajokarê barhilgira alîkariyê Cewher Sapirliş jî dibêje: "Barê me komir e, dikandar û bazirganên me berhevkirin û em ji bo mexdûran bibin. Zivistan e, mexdûr di konan de dicemidin. Xwedê xêra xweyî mezin bike."

Li gorî ragihandina rêveberiya saziya hawarçûnê,  ji bo mexdûrên erdhejê 86 milyon lîre ango  14 milyon dolar pere hat komkirin. Li gel vê yekê ji aliyê sazî û welatiyan ve jî bi hezaran ton kelûpel tê şandin. Alîkariya ku ji bo mexdûran tê rêkirin li cihên diyarkirî tê berhevkirin û bi destê saziyên fermî li welatiyan tê belavkirin.