Wezîrê Derve û Berevaniyê yê Belçîka serdana Herêma Kurdistanê dike
Biryar e Wezîrê Derve û Berevaniyê yê Belçîka Philippe Goffin bi serdaneke fermî bigihe Herêma Kurdistanê û bi berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê bicive.
K24 – Navenda Nûçeyan
Biryar e Wezîrê Derve û Berevaniyê yê Belçîka Philippe Goffin bi serdaneke fermî bigihe Herêma Kurdistanê û bi berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê bicive.
Wezîrê Derve û Berevaniyê yê Belçîka Philippe Goffin îro gihîşt Bexdayê û bi berpirsên bilind ên Iraqê re dicive, biryar e her îro jî û piştî bidawîbûna civînên wî li Bexdayê, serdana Hewlêrê bike.
Pêwendiyeke bihêz a Belçîka bi Herêma Kurdistanê re heye û di çend salên bûrî de, zêdetir girîngî daye pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re.
S. B