Rûsya: Yekîneyên Tirkî bê agahdariya me li Idlibê geriyabûn
Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê raghand, yekîneyên Tirkiyê bê agahdariya Rûsyayê li Idlibê geriyabûn, ji ber wê jî ket ber êrîşeke artêşa Sûriyê li ser teroristan û hejmarek ji serbazên wê birîndar bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê raghand, yekîneyên Tirkiyê bê agahdariya Rûsyayê li Idlibê geriyabûn, ji ber wê jî ket ber êrîşeke artêşa Sûriyê li ser teroristan û hejmarek ji serbazên wê birîndar bûn.
Navenda Lihevhatinê ya Rûsî li Sûriyê îro di daxuyaniyekê de tekez kir, şeva 2/3 Sibatê yekîneyên hêzên Tirkî bê agahdariya aliyê Rûsî li hundir “herêma kêmkirina aloziyan” li rojavayê Seraqibê geriyabûn, ji ber wê jî ket ber êrîşeke artêşa Sûriyê li ser teroristan.
Diyar kir jî, di encamê de hejmarek ji serbazên Tirk birîndar bûn û hêzên Rûsî bi hêzên Tirkî re di pêwendiya berdewam de ne, ji bo veguhastina serbazên birîndar.
Diyar kir jî, firokeyên Tirkiyê derbasî esmanê Sûriyê nebûne û ti lêdaneke wê ji hêzên Sûriyê re nehatine tomarkirin.
Ev yek di demekê de ye, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê aşkere kir, îro danê sibê 4 serbazê wê di êrîşeke artêşa Sûriyê de li ser xaleke çavdêriyê ya Tirkiyê li derdora Idlibê hatin kuştin û 9 serbazên din jî birîndar bûn.
S. B