Wezîrê Navxwe: Polîsa Neft û Gazê dê kêlgehên gazê li Germiyanê biparêzin
Li ser biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Polîsa Neft û Gazê bi parastina kêlgehên gazê li Germiyanê hat raspardin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li ser biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Polîsa Neft û Gazê bi parastina kêlgehên gazê li Germiyanê hat raspardin.
Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed li ser pirsgirêka hatina gaza şil bo Hewlêr û Duhokê ragihand, li ser biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Polîsa Neft û Gazê bi parastina kêlgehên gazê li Germiyanê û karmendên kompanyayên veguastina gaza şil hat raspardin.
Wezîrê Navxwe ragihand jî, hemû serpêç jî rûbirûyî yasayê dibin û têne dadgehkirin.
Ev di demekê de ye, ji çend rojên bûrî ve, hêzeke çekdar li nêzîkî navçeya Kormor a Çemçemalê rêgirî li tankerên veguhastina gaza şil kiribû û rê nedabû gaz wek pêwîst bigihe Hewlêr û Duhokê.
S. B