Wezîrê Derve û Berevaniyê yê Belcîka gihîşt Hewlêrê
Wezîrê Derve û Berevaniyê yê Belcîka Philippe Goffin bi serdaneke fermî gihîşt Herêma Kurdistanê û dê bi berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê re bicive.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve û Berevaniyê yê Belcîka Philippe Goffin bi serdaneke fermî gihîşt Herêma Kurdistanê û dê bi berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê re bicive.
Berpirsê Fermangeha Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî û Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê pêşwazî li Wezîrê Derve û Berevaniyê yê Belcîka kirin.
Wezîrê Derve û yê Berevaniyê yê Belcîka Philippe Goffin îro gihîştibû Bexdayê û bi berpirsên bilind ên Iraqê re civiyabû, piştre jî bi serdanekê gihîşt Herêma Kurdistanê.
Pêwendiyeke bihêz a Belcîka bi Herêma Kurdistanê re heye û di çend salên bûrî de, zêdetir girîngî da pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re.
S. B