Gera çavdêriyê ya Rûsî – Tirkî li Kobaniyê hat paşxistin

Piştî kuştina hejmarek ji serbazên Tirkiyê li Idlibê, gera çavdêriyê ya hevbeş a hêzên Rûsî û Tirkî li Kobaniyê hat paşxistin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî kuştina hejmarek ji serbazên Tirkiyê li Idlibê, gera çavdêriyê ya hevbeş a hêzên Rûsî û Tirkî li Kobaniyê hat paşxistin.

Peyamnêrê K24ê li Kobaniyê da zanîn, biryar bû îro gera çavdêriyê ya hevbeş a Rûsî – Tirkî li gundên Kobaniyê hatiba kirin, lê bi sedema kuştin û birîndarkirina hejmarek ji serbazên Tirkiyê li Idlibê, ew ger hat paşxistin.

Peyamnêrê me diyar kir, otombîlên Polîsa Serbazî yên Rûsî û helîkopterên Rûsî yên gihîştibûn cihê diyarkirî yê gerê, vegeriyan baregehên xwe.

Piştî rêkeftina Serokê Rûsya Vladîmîr Putîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan roja 22 Cotmeha 2019an li bajarê Soçî, hêzên Rûsî û Tirîkî gerên çavdêriyê yên hevbeş li bajar û bajarokê Rojavayê Kurdistanê dikin.