Serokwezîr pêşwazî li Wezîrê derve û bergirî yê Belcîka kir
Serokê Hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Pîrmam, ligel Wezîrê derve û bergirî yê Belcîka Philippe Goffin civiya

K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Hikûmeta herêma Kurdistanê û Wezîrê derve û bergirî yê Belcîka civiyan.
Îro, Serokê Hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Pîrmam, ligel Wezîrê derve û bergirî yê Belcîka Philippe Goffin civiya. Di civînê de, gotûbêj derbarê pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Belcîka, rewşa Îraqê û navçeyê hat kirin.
Belcîka, pêwendiyên wê yên bihêz ligel herêma Kurdistanê hene û di çend salên derbasbûyî de, pêwendiyên xwe ligel Kurdistanê pêşxistin e.
C.B