UNISEF: Rojane 6500 zarok ji Idlibê koçber dibin

Rêxistina UNISEF ragihand, ji encama şerê li bakurê rojavayê Sûriyê, rojane 6 hezar û 500 zarok bi neçarî ji malên xwe direvin û koçber dibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêxistina UNISEF ragihand, ji encama şerê li bakurê rojavayê Sûriyê, rojane 6 hezar û 500 zarok bi neçarî ji malên xwe direvin û koçber dibin.

Rêxistina UNISEF raportek li ser malpera Netewên Yekgirtî belav kir û daxwaz ji hemû aliyên şer li bakurê rojavayê Sûriyê kir, şer rawestînin û jiyan û mafên zarokan biparêzin.

Li gor wê rêxistinê, ji ber êrîşên esmanî û bejayî li wê herêmê, rojane 6 hezar û 500 zarok ji malên xwe direvin.

Da zanîn jî, ji destpêka meha Berçileya 2019an ve û heta niha 300 hezar zarok koçber bûne û bi dehan hezar jî di nava kampan de dimînin û di hejarî û zehmetiyê de dijîn.

Artêşa Sûriyê bi piştevaniya firokeyên Rûsî êrîşî ser gundewarê Idlibê dike û gelek gund û bajarok wêran kirine, di encamê de bi sedhezaran kes koçber bûne.

 

S. B