Washington û London êrîşa li ser hêzên Tirkiyê şermezar dikin

Wezareta Derve ya Amerîka ragihand, êrîşa artêşa Sûriyê li ser hêzên Tirkiyê li Idlibê şermezar kir û raghand, ji mafê Enqerê ye bersiva her êrîşekê bide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Amerîka ragihand, êrîşa artêşa Sûriyê li ser hêzên Tirkiyê li Idlibê şermezar kir û raghand, ji mafê Enqerê ye bersiva her êrîşekê bide.

Peyvdara Wezareta Derve ya Amerîka Morgan Ortagus di derbarê êrîşên artêşa Sûriyê hêzên Tirkiyê li Idlibê û kuştina 8 leşkerên Tirkiyê de daxuyaniyek da.

Ortagos ragihand, rêjima Suriyê, Rûsya û Îran û Hizbulaha rojane êrişan dibin ser xelkê sivîl yên li Idlibê û ew van êrişan şermezar dikin.

Got jî: Herî dawî jî êrişek li ser serbazên Tirkiyê, hevpeymana ma ya NATOyê hatiye kirin û ji mafê Tirkiyê ye bersiva wê êrîşê bide.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Dewletê yê Karûbarên Rojhilata Navîn a Brîtanayê Andrew Murrison li twîttera xwe êrîşa artêşa Sûriyê li ser Idlibê şermezar kir û nivîsî: “Êrîşên rêjîma Esed li ser Idlibê, kuştina sivîlan û serbazê Tirkiyê şermezar dikin.”

Wezîrê Brîtanî daxwaz ji Rûsyayê jî kir, divê bi agirbestê pabend be û gavên pêwîst bigire ber, ji bo alozî kêm bibin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê duhî ragihand, artêşa Sûriyê êrîşî ser hêzên wan li Idlibê kiribû û di encamê de 8 serbazê wan hatin kuştin. Herwiha da zanîn jî, wan bersiva êrîşê dane.

 

S. B