Serokê Herêma Kurdistanê yasaya çaksaziyê pesend kir
Perlemana Kurdistanê de roja 16ê Çileya bûr bi piraniya dengan projeyasaya çaksaziyê pesend kiribû. Îro jî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ew yasa pesend kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî yasaya çaksaziyê pesend kir.
Serokê Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, îro yasaya çaksaziyê ya mûçe, dermale, destkeft û xaneşînê li Herêma Kurdistanê îmze kir, ku Encûmena Wezîran amade kiribû û şandibû Parlemana Kurdistanê û Palemanê jî roja 16. 01. 2020an pesend kiribû.
Serokê Herêma Kurdistanê ragihand, Ev yasa cihê serinca çînên cuda ên civakê bûye, ji ber wê ji roja bi fermî gihîştiye Serokatiya Herêma Kurdistanê, şareza û pisporên li Serokatiya Herêmê û Encûmena Wezîran, gelekî bi hûrî guftûgo kirin û aliyên erênî û nerînî yên yasayê bi awayekî babetyane û hûr diyar kirin.
Di daxuyaniyê de hat jî, Hemû aliyan dilniya dikin, ku têgihîştina me ya temem bo wan serinc û têbîniyan heye bi taybet di warê xaneşîn de, tekeziyê jî li wê dikin, ku yasa pêngaveke din ya çaksaziyê ye di warê karîgerî û darayî de. Bi hevehangiya ligel tevahiya dam û dezgeh û aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê jî, berdewam dibin bi pêngavên din ên çaksaziyê, ji bo berjewendiya giştî ya gelê Kurdistanê.
Nêçîrvan Barzanî dibêje: Ji vê rewangehê ve, Hikûmeta Herêma Kurdistanê radispêrin ta di demeke guncaw de proseya xanenişînê ya yekgirtî li Herêma Kurdistanê amade bike û pêşkêşî Parlemanê bike, bi awayekî binema û pîverên dadperweriyê tê de be û mûçexwaran dilniya bike, ku niha û dahatû jî maf û destkeftên wan misoger û parastî dibin. Herwiha di peyrewa bicihkirinê de wan têbîn û pêşniyazên derbarê yasayê de hatine pêşkêşkirin li ber çav bigirin, ew kêm û kurtiyên ku di cibicîkirinê de derkevin jî, bi serastkirina yasayê bêne çareserkirin.
S. B