Trump: DAIŞ bidawî bûye
Serokê Amerîka radigihîne, “DAIŞ ji sedî sed bidawî hatiye û me xelîfeya wan Ebû Bekir Bexdadî kuştiye”.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Amerîka radigihîne, “DAIŞ ji sedî sed bidawî hatiye û me xelîfeya wan Ebû Bekir Bexdadî kuştiye”.
Di gotara xwe ya salane de li pêş Kongressê Trump ragihand, “Zêdetir ji 20 hezar Mile çargoşe li Iraq û Sûriyê di destê DAIŞêde bû, lê niha ji sedî sed bidawî hatiy û me xelîfeya DAIŞê kuştiye”.
Derbarê Îranê de, Trump got: “Me dît ku xelkê wî welatî li dijî desthilatdarên stemkar rabûne”. Herwiha got: “Divê Tehran dawî li bidestxistina çekê atomî bîne û rêzê li daxwaza welatiyên xwe bigire”.
Li ser kuştina Fermandarê Feyleqa Qudisê Qasim Suleymanî jî got: “Amerîka kujerê ku Îranê pê sivîl dikuştin jî kuşt”.
Derbarê rewşa Rojhilat Navîn de got, Washington kar dike, şerê li Rojhilata Navîn hene bidawî bike, ta jiyana Amerîkiyan biparêze.
S. B