50 kes li Miksê ketin ber aşûtê
Li Bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê di encama hatina aşutek de, 23 kesan jiyana xwe winda kirin û 50 kes jî wenda ne
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê di encama hatina aşutek de, 23 kesan jiyana xwe winda kirin û 50 kes jî wenda ne.
Navçeya Miksê ya Bajarê Wanê, aşûtek hat ser refek rêwiyan û otombîlek ya vekirina rêyan. Di encam de 15 kes, bi demjimêran di bin aşûtê de man.
Di encam de 8 Kes hatin rizgar kirin û 11 Kes jî, di bin befrê de fetisîbûn.
Jibo 2 kesên wenda jî, ji duhî ve xebat, berdewam dike, lê hîn jî ti encamek bidest nexistin e.
Hat ragihandin, grûpa hewarhatinê, ku lêgerin ji bo du kesan dikin, ew jî rastî aşûtek din hatin.
Serokê Bajarvaniya Miksê got: Di encama aşût a dawiyê de 50 kes din, di bin aşûtê de man e.
Xebatên rizgarkirinê berdewam in, lê rewşa keşûhewayê aloziyên mezin ên rizgarkirinê derxistiye.
C.B