Îsraîl binkeyên hêzên Sûrî û Îranî li Şamê bombebaran dike
Firokeyên şer ên Îsraîlê êrîşî binkeyên artêşa Sûriyê û hêzên Îranê li derdora Şama Paytext kirin.
K24 – Navena Nûçeyan
Firokeyên şer ên Îsraîlê êrîşî binkeyên artêşa Sûriyê û hêzên Îranê li derdora Şama Paytext kirin.
Ajansa “SANA” a Sûrî ya fermî belav kir, sîstema berevaniya esmanî ya Sûrî rûbirûyî êrîşeke firokeyên Îsraîlê bû û gelek mûşekên wan berî bigihin armancê xwe şikandin.
Li gor wê ajansê, Firokeyên Îsraîlê ji bilindahiyên Golanê û ji başûrê Lubnanê ve êrîş pêk anîne û navçeyên Kiswê, Merc El Sultan, Pireya Bexdadê û başûrê bajarokê Îzreyê yê li parêzgeha Derayê armanc kiriye.
Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, firokeyên Îsraîlê vê sibê binkeyên rêjîma Sûriyê û hêzên Îranê li Lîwaya 91 li Kiswê û Lîwaya 75 li gundê Miqlibiyê li rojavayê Şamê mûşekbaran kirin.
Rewangehê amaje bi wê da, agir bi binkeyên hêzên Îranî û rêjîmê li navenda “Lêkolînên Zanistî” li devera Cimeraya ket.
Rewangehê diyar kir jî, tevî hejmarek ji mûşekan ji aliyê sîstema berevaniya esmanî ya Sûrî hatin şikandin, lê piraniya mûşekan li armancên xwe ketine.
S. B