Nesredîn Îbrahîm: Bo serkeftina yekrêziyê, bang li Serok Barzanî dikin
Endamê Komîta Derve ya MSDê Nesredîn Îbrahîm radigihîne, ji bo serkeftina destpêşxeriya yekrêziya aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê, rola Serok Barzanî girîng e.
K24 – Navenda Nûçeyan
Endamê Komîta Derve ya MSDê Nesredîn Îbrahîm radigihîne, ji bo serkeftina destpêşxeriya yekrêziya aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê, rola Serok Barzanî girîng e.
Piştî biryara dawiyê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) a vekirina nivîsgehên xwe li Rojavayê Kurdistanê, ENKSê duhî yekem nivîsgeha xwe bi danîna ala Kurdistanê li Kobaniyê vekir.
Di vê derbarê de, Endamê Komîta Derve ya MSDê û serkirdeyê di Hevbendiya Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (HNKS) Nesredîn Îbrahîm li ser vekirina nivîsgehên ENKSê ji K24ê re got: “Vekirina nivîsgehên ENKSê û partiyên siyasî yên di hundir ENKSê de, gaveke gelekî erênî bû, di çarçova yekrêziya navmala Kurdî li Rojavayê Kurdistanê.
Amaje bi wê da, destpêşxeriya yekrêziya navmala Kurdî, ji zincîreya rêkeftinên berê yên li Hewlêr û Duhokê yên di bin serperiştiya Serok Barzanî de hatibûn kirin tê. Hêviyên serkeftina vê destpêşxeriya Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî xurt e, ji ber ku gelek partiyan li ser erê kiriye.
Herwiha got jî: “Me wek Hevbendiya Niştimanî ya Kurdî û gelek partiyên din yên siyasî banga xwe gihandiye Serok Barzanî, ji bo serxistina vê destpêşxeriyê. Rola Serok Barzanî di hemû rêkeftinên berê hebû û niha jî rola Serok Barzanî bo serkeftina vê destpêşxeriyê gelekî girîng e.”
S. B