Demîrel: Li Parlemana Ewropa behsa çewsandina Kurd dikin
Li Parlemana Ewropayê li Birukselê 16emîn konferansa Kurdan birêve diçe, ev konferans du rojan berdewam dibe û çendîn kesayet jî tê de amade dibin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Parlemana Ewropayê li Birukselê 16emîn konferansa Kurdan birêve diçe, ev konferans du rojan berdewam dibe û çendîn kesayet jî tê de amade dibin.
Endama Parlemana Ewropayê Ozlem Demîrel li ser naverok û girîngiya vê konferansê ji K24 re ragihand, li Parlemana Ewropa her car behsa wan babetên li Tirkiyê rû didin dikin, herwiha vê carê me behsa dagîrkeriya Tirkiyê li Sûriyê û destêwedana Serokê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan di karûbarên hikûmeta Tirkiyê de kir, ku ew yek bi awayekî ji awayan pêwendiya wê bi Parlemana Ewropayê ve heye.
Ozlem Demîrel got: Tiştê ji me û grûpa me re girîng ew e, gelê Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn girîngiyê bi pirsên aştî û demokrasiyê bidin û çawa wan ber bi aştî û demokrasiyê ve bibin.
Endama Parlemana Ewropayê diyar kir: Li hin welatên cîhanê neteweyek bi temamî tê serkotkirin û çewsandin wek Kurd û Filestîniyan. Herdem min wek nûnereke Parlemana Ewropayê behsa wê yekê kiriye, ku Kurd li dijî DAIŞê li Sûriye û Iraqê şer kirine û herdem peyva Kurd li parlemana me bikar tê û rêza me ji mêrxaziya wan re heye.
Got: Em her dem bi Erdogan re behsa wê yekê dikin, ku çawa fişarê dixe ser jinan û neteweyên din, wek Kurdên Sûriyê û karvedanên me li Parlemana Ewropayê jî derbarê van babetan de tim hebûne.
Amaje bi wê jî da, ew wek nûnera Almanya di Parlemana Ewropayê de kar dikin, koçberên Sûrî vegerînin cihên xwe.
Endama Parlemana Ewropayê da zanîn, ji karên wan yên sereke jî ew e, li Tirkiye, Sûriye û Iraq û Kurdistanê girîngiyê bidin nixên demokrasiyê û lidarketina van konferansan dibe derfetek ji bo xelkê wan welatan bi Ewropiyan re bicivin û behsa pirsgirêkên wê navçeyê bikin û çareseriyekê jê re bibînin.
S. B