Serok Barzanî serxweşiyê li malbata Eta Şêx Hesen dike

Serok Barzanî peyameke serxweşiyê arasteyî malbata Eta Şêx Hesen dike û hevxemiya xwe ji wan re radigihîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Barzanî peyameke serxweşiyê arasteyî malbata Eta Şêx Hesen dike û hevxemiya xwe ji wan re radigihîne.

Îro danê sibê, Peyvdarê Enûmena Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Silêmanî û Helebce Eta Şêx Hesen koça dawiyê kiribû.

Serok Barzanî di peyama xwe de ragihand, “Bi xem û kovaneke mezin nûçeya koça dawî ya Eta Şêx Hesen kesayetiyê dilsoz û niştimanperwerê Silêmanî û (Peyvdarê Encûmena Serkirdayetiya Silêmanî - Helebçe) ya Partiya Demokrata Kurdistanê gihîşt min.”

Di peyamê de hat jî: “Serxweşî û hevxemiya xwe pêşkêşî malbat û kesûkar û hevalên xwedê jêrazî dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.”

Herwiha Serok Barzanî dibêje: “Ji xwedayê dilovan hêvîdar im xwedê jêrazî bi bihuşta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.”

 

S. B