Mesrûr Barzanî: Piştevaniyê li hikûmetekê dikin ku pabendî bicihkirina destûrê be
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransa li Iraqê Bruno Aubert kir û pêwendiyên herdu aliyan û rewşa navçê û Iraqê hatin guftûgokirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransa li Iraqê Bruno Aubert kir û pêwendiyên herdu aliyan û rewşa navçê û Iraqê hatin guftûgokirin.
Di hevdîtinê de, guftûgo derbarê guhartinên Iraq û navçeyê û girîngîpêdana Herêma Kurdistanê û Fransayê hatin kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser girîngiya aramkirina rewşa niha ya Iraqê kir û amaje bi wê da, ku em piştevaniyê li hikûmetekê dikin ku pabendî bicihkirina destûrê û hevtêgihîştina ligel Hikûmeta Federal a ji bo çareserkirina pirsgirêkan hatiye kirin be.
Balyoza Fransa amadehiya welatê xwe ji bo girîngîpêdana pêwendiyên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re derbirî, bi taybet jî girîngiya piştevanîkirina li artêşa Iraqê û hêza Pêşemerge di rûbirûbûna teror û gefên DAIŞê de.
S. B