Serokê Hikûmetê serxweşiyê li malbata Eta Şêx Hesen dike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke serxweşiyê arasteyî malbata Peyvdarê Encûmena Serkirdatiya PDKê li Silêmanî û Helebce Eta Şêx Hesen kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke serxweşiyê arasteyî malbata Peyvdarê Encûmena Serkirdatiya PDKê li Silêmanî û Helebce Eta Şêx Hesen kir.

Îro danê sibê, Peyvdarê Enûmena Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Silêmanî û Helebce Eta Şêx Hesen koça dawiyê kiribû.

Di peyama Serokê Hikûmetê de hat: “Bi mixabinî nûçeya koça dawiyê ya kesayetiyê niştimanperwer û Peyvdarê Encûmena Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Silêmaniyê kak Eta Şêx Hesen bihîst. Pirse û serxweşiyê li malbat û hevalên wî dikim û hêvîdar im xwedêyê mezin bi bihuştê şad bike û aramî û dilniyayê bi kesûkarê wî bibexşe.”

 

S. B