Serok Barzanî û Berhem Salih rewşa Iraqê û raspardina serokwezîrê nû guftûgo kirin
Serok Barzanî îro Pêncşemê 6ê Sibata 2020an pêşwazî li Serokomarê Iraqê Berhem Salih kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serok Barzanî îro Pêncşemê 6ê Sibata 2020an pêşwazî li Serokomarê Iraqê Berhem Salih kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya Iraqê û proseya pêkanîna hikûmet û raspardina Serokwezîrê nû yê Iraqê guftûgo kirin.
Her wiha di derbarê çareseriyên derketina Iraqê ji qeyranan û vegerana aramî û bi cîhkirina daxwaziyên xwepêşanderan de danustandina bîr û ramanan kirin.
Pêwendiyên Hewlêr û Bexda mijareke din a vê civînê bû.
S. B