Serokê herêmê tundûtujiya hemberê xwepêşandarên Iraqê şermezar kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek belav kir û ragihand: Berdewamiya bikaranîna tundiya dijî xwepêşanderên li Iraqê şermezar dikîn

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek belav kir û ragihand: Berdewamiya bikaranîna tundiya dijî xwepêşanderên li Iraqê şermezar dikîn.

Xwepêşandana aştiyaneya medenî, mafekî destûriya rêpêdayiye, kuştina xwepêşanderan û bikaranîna hêzê ya ji bo belav kirina wan, tawanekî zeq û zeftkirina azadî û mafên destûriyên hemwelatiyane.

Em di demek da daxwaza ragirtina wan tundutîjî û helsukeftên nerewa û neyasayiyane dikîn, piştgîriya xwe ji bo daxwazên rewayên xwepêşanderan yên ji bo dabînkirina xizmetguzarî û xweşguzeranî û jiyanekî baştir ku mafên hêjayê gelê Iraqe dûpat dikîn.

Divê em hemû wê yekê têbigihin ku kêşe û nerazîbûn û daxwaziyên xelkê, bi bikaranîna hêz û serkutkariyê nayên çareser kirin, heman demî de ji bo dawî anîna wê qeyranê, daxwazê dikîn her çi zûtir e proseya pêkanîna kabîneya nû bê yekalî kirin.

 

 

 

C.B