Senherîb Bersûm: Em ligel hikumetê, li Şamê civiyan
Navborî got jî, beriya civîna Himêmîm, şand a wan û ya Hikûmeta Sûriyê û ya Rûsyayê li Şamê civiyabûn
K24 – Navenda Nûçeyan
Şandek Rêveberiya Xweser bi serokatiya Îlham Ehmed seredana bingehê Himêmîmê kir û çarenivîsa navçeyên di destê HSD de û danûstandinên digel Hikumeta Sûriyê gotûbêj kirin.
Di vê derbarê de, Serokê Partiya Yekîtiya Suryanî Senherîb Bersûm ji Kurdistan24 re ragihand, di hevdîtinên li navenda Himêmîm ya Rûsyayê de behsa siberoja Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokrat jî hatiye kirin.
Navborî got jî, beriya civîna Himêmîm, şand a wan û ya Hikûmeta Sûriyê û ya Rûsyayê li Şamê civiyabûn û liser destpêkirina danûstandinan lihev kirin e.
C.B