Efrînî rojane bi revandin û zordariyê re rûbirû ne

Li Efrînê rewşa mirovî û jiyanê roj bi roj xiraptir dibe, welatiyên Kurd jî rojane rastî kiryarênn revandin, destdanîna ser mal û milkên wan tên.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Efrînê rewşa mirovî û jiyanê roj bi roj xiraptir dibe, welatiyên Kurd jî rojane rastî kiryarênn revandin, destdanîna ser mal û milkên wan tên.

Rêxistina Mafên Mirovan di raportekê de belav kir, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, bi berdewamî kar li ser koçberkirina welatiyên Kurd ji Efrînê dikin û koçberên ji Idlibê û ji navçeyên Helebê hatine Efrînê li şûna wan bicih dike.

Diyar dike jî, ev prose bi xwe, guhartina demografiya herêmên Kurdî ye û li dijî yasayên navdewletî ne û dikevin bin benda “tawanên şer”, ku berpirsên Tirk bi xwe ragihandine, ew kar ji bo bicihkirina 2 milyon koçberên Sûrî li bakurê Sûriyê ji Efrînê û ta Dêrikê dikin.

Diyar kir jî, ji bo avakirina kompên koçberan li Efrîn, Ezaz, Cerablus, Girê Sipî û Serê Kaniyê, Tirkiye daxwaza alîkariyê ji welatan kiriye û di vê çarçovê de û bi alîkariya Kuwêtê dest bi avakirina kampa “Nanê Xêrê” li nêzîk gundê Metîna yê navçeya Şera kiriye.

Ew rêxistina mafên mirovan amaje bi wê dike jî, grûpên çekdar fêl li koçberên ji Idlibê reviyan dikin û mal û xaniyên ku wan dest danîne ser, bi buhaya 600 heta 3 hezar Dolar difiroşin wan.

Ji aliyekî din ve, ji berî deh rojan ve, çekdarên Ehrar El Şerqiye û bi tuhmeta ku wan berê bi Rêveberiya Xweser re kar dikir, rojane xelkê gundê Etmana di birîna darên zeytûnên Kurdên koçber bûne de bikar tîne, ku heta niha zêdetir ji 3 hezar dar li wî gundî û 15 hezar dar jî li gundê Dumiliya birîne.

Herwiha ji bo standina pereyan ji wan, grûpa Sultan Murad ji roja 2ê mehê ve, 8 kalemêrên gundê Sêmalka yê navçeya Mabeta ku temenê wan di navbera 50 -70 saliyê de ne revandin, pişt 4 kesan bireke mezin ji pereyan dan, hatin berdan, lê hîna çarenivîsa 4ê din ne diyar e.

Herwiha roja 6ê vê mehê jî grûpa Sultan Murad 2 jinên bi navê Roşîn Ehmed û Nazliyê Xelîl jî ji gundê Sêmalka revandin û li hember berdana her yekê ji wan daxwaza 20 milyon Lîreyên Sûrî kirine.

Heman grûpê jî ji roja 31ê meha bûrî ve, welatiyê bi navê Ehmed Reşo ji gundê Qestelê Miqdêd revandiye  li hember berdana wî jî daxwaza pereyan dikin.

Ji dema dagîrkirina Efrînê di 18ê Adara 2018an ve, grûpên çekdar li pêş çavên artêşa Tirkiyê her cure binpêkirin û tawan bi serê xelkê Efrînê tînin û ji encama kiriyarên revandin û eşkencedana welatan, destdanîn ser mal û milkên xelkê û bicihkirina koçberên navçeyên din ên Sûriyê di şûna Kurdan de, xelkê Efrînê di bim zul û zordariya wan grûpan de dimînin.

 

S. B