HSDê êrîşeke grûpên çekdaran li Girê Sipî şikand
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) êrîşeke grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve şikand û 6 çekdar kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) êrîşeke grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve şikand û 6 çekdar kuştin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, HSDê êrîşeke çekdarên ser bi Tirkiyê ve li gundê Ewdîko û Çelibiyê yên Girê Sipî şikand.
Amaje bi wê da, di encama êrîşê de, şer û şevçûnên giran rû dan, di encamê de jî 6 çekdarên ser bi Tirkiye hatin kuştin û HSDê dest danî ser hejmarek ji çek û teqemeniya grûpên çekar.
Medyaya nêzîkî HSDê ve ew nûçe piştrast kir û diyar kir, berî wê êrîşê, çekdaran gundê Qizil li Girê Sipî topbaran kir, lê ti amaje bi ziyanan nehat kirin.
S. B