Şandeke Herêmê gihîşte Bexdayê
Îro Wezîra Keştûkalê û Jêderên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebanî bi serokatiya şandekê gihîşt Bexdayê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Îro Wezîra Keştûkalê û Jêderên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebanî bi serokatiya şandekê gihîşt Bexdayê.
Peyvdarê Wezareta Keştûkalê Husên Heme Kerîm ji K24ê re ragihand, şanda Herêmê bi endametiya Wezîrê Herêmê bo Pêwendiyên bi Bexdayê re Xalid Şiwanî û çend birêvebirên pêwendîdar e.
Derbarê armancên serdanê de got, şande bi Wezîrên Barzirganî, Keştûkal û Jêderên Avê yên Iraqê re dicive û guftûgoyan ji bo destkeftên cotkarên Herêma Kurdistanê û pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê yên di warê keştûkal û avê dike.
Peyvdarê Wezareta Keştûkalê amaje bi wê jî da, di serdanê de daxwaz dikin ku di derçûna biryar û rênimayan de, taybetmendiya Herêma Kurdistanê li ber çav bê girtin, ji bo cotkarên Herêmê nebin qurbanî.
Pereyên 3 salan ên genimê cotkarên Herêma Kurdistanê li Bexdayê ne û Hikûmet 557 milyar Dînar qerdarê cotkaran e, lê Bexda dibêje, ew amade ye tenê 250 milyar Dînar bişîne û cotkar û Hikûmeta Herêma Kurdistanê wê yekê red dikin.
S. B