Li Wanê 13 penaberan di bin berfê de canê xwe jidest dan
13 penaberan dema dixwastin ji Rojhilatê Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê bibin ji sermê û di bin berfê de canê xwe jidest dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
13 penaberan dema dixwastin bi qaçaxî ji Rojhilatê Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê bibin ji sermê û di bin berfê de canê xwe jidest dan.
Peyamnêrê K24ê da zanîn, dema hejmarek ji penaberan dixwastin bi qaçaxî ji Rojhilatê Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê bibin û ji wir jî berê xwe bidin Ewropayê, 13 li gundên Sarî Cemal û Osmanlî di bin berfê de canê xwe jidest dan û hejmarek jî rizgar bûne.
Peyamnêrê me diyar kir, di nava penaberên canê xwe ji dest dane de 3 penaberên ji bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê hene û 10 kesên din jî ji Efganistanê ne.
Di wê derbarê de Parêzgarê Wanê ragihandiye, ji ber şertê zehmet ên hewayê, ew nikarin tîmên hawarhatinê bişînin wê deverê.
Peyamnêrê me amaje bi wê da, li Erzerûm, Bîngol, Mûş, Bitlîs, Wan, Hekarî, Sirt û Şirnexê du roj in bi roj û şerv berf dibare û riya bi hezaran gundan hatine girtin.
Koçberên dixwazin ji Rojava û Başûrê Kurdistanê derbasî Tirkiyê bibin, rastî gelek zehmetiyan tên, ji ber wê beşek ji koçberan neçar dibin biçin Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û di wir re derbasî Tirkiyê bibin.
S. B