Wezîra Keştûkal a Herêmê: Me bi bexdayê re li ser pêkanîna komîtekê lihev kir
Piştî civîna bi Wezîrê Keştûkal ê Iraqê re, Wezîra Keştûkal a Herêma Kurdistanê ragihand, wan li ser pêkanîna komîteke bilind a çareserkirina pirsgirêkan lihev kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî civîna bi Wezîrê Keştûkal ê Iraqê re, Wezîra Keştûkal a Herêma Kurdistanê ragihand, wan li ser pêkanîna komîteke bilind a çareserkirina pirsgirêkan lihev kirin.
Wezîra Keştûkal a Herêma Kurdistanê Pêgerd Talebanî ragihand, ew bi Wezîrê Keştûkal ê Iraqê re derbarê pêkanîna komîteyekê ji bo çareserkirina pirsgirêkên darayî yên cotkarên Herêma Kurdistanê û pirsgirêkên din de lihev kirine û wan daxwaz kiriye, bi yek çavî li cotkaran bê nerîn.
Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Keştûkal ê Iraqê derbarê destkeftên darayî yên cotkarên Herêma Kurdistanê de ragihand, divê Wezareta Bazirganiyê bi vî karî rabe, ji me ti pirsgirêkek di navbera cotkarên Iraqê de nîn e.
Pereyên 3 salan ên genimê cotkarên Herêma Kurdistanê li Bexdayê ne û Hikûmet 557 milyar Dînar qerdarê cotkaran e, lê Bexda dibêje, ew amade ye tenê 250 milyar Dînar bişîne û cotkar û Hikûmeta Herêma Kurdistanê wê yekê red dikin.
S. B