Şandên Rûsî û Tirkî îro careke din li ser Idlibê dicivin
Şanda Rûsya û şanda Tirkiyê dê îro jî dîsa di derbarê Idlibê de li hev kom bibin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Şanda Rûsya û şanda Tirkiyê dê îro jî dîsa di derbarê Idlibê de li hev kom bibin.
Şanda Rûsya û Tirkiyê di derbarê Idlibê de ku beriya çend rojan dest bi hevdîtinan kiribûn û navber dabûn hevdîtinên xwe, îro dîsa li Enqerê di demjimêrên piştî nîvro de destpê dike.
Di nav şandên her du welatan de, nûnerên Wezareta Berevaniyê, Wezareta Derve, efserên leşkerî û enamên dezgeha hewalgiriyê cîh digirin.
Di hevdîtinan de, şanda Rûsî dê hevahengiya Rûsî û Tirkî li Sûriyê û çarenivîsa xalên çavdêriyê yên Tirkiyê li Idlibê yên niha li navçeyên di bin kontrola artêşa Sûriyê de ne guftûgo bikin.
Di hevdîtinên pêr 8ê Sibatê de ku 3 demjimêran berdewam kiribûn, ti encameke berbiçav jê derneketibû.
Artêşa Sûriyê bi piştevaniya firokeyên Rûsî êrîşî ser gundewarê Idlibê dike û gelek gund û bajarok û riya sereke ya M5 kontrol kiriye û hejmarek ji xalên çavdêriyê yên Tirkiyê yên li Idlibê ne jî li navçeyên di bin kontrola artêşa Sûriyê de mane.
Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan roja 5ê Sibatê moletek da artêşa Sûriyê û got: “Heger artêşa Sûriyê heta dawiyê meha Sibatê venekişe piştî xalên çavdêriyê yên Tirkiyê li parêzgeha Idlibê, artêşa Tirkiyê dê wê neçar bike vekişe”.
S. B