Teqîneke bihêz Efrîn hejand..Kuştî û birîndar hene

K24 – Navenda Nûçeyan

Teqîneke bihêz îro bajarê Efrînê hejand û di encamê hejmarek ji welatiyên sivîl bûn qurbanî.

Jêderekî ji nava Efrînê ji K24ê re ragihand, îro danê sibê teqînek bi riya otombîleke bombekirî li ser riya Raco li nava bajarê Efrînê hate kirin.

Pêr 8ê vê mehê jî taxa Pîşesazî ya Efrînê bombeyeke vedayî bi taksiyeke giştî de teqiyabû û di encamê de 2 kes birîndar bûbûn, yek ji wan jî zarokek bû.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di 18ê Adara 2018an de, rewşa ewlehiyê têk çûye û bi berdewamî teqîn tên kirin û welatiyên sivîl dibin qurbanî.

S. B