Mesrûr Barzanî: Rola Yekîtiya Nivîskaran di berevaniya li mafên gelê Kurdistanê de ji bîr nabe
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya salvegera Yobîlê Zêrîn yê damezirandina Yekîtiya Nivîskarên Kurd, peyameke pîrozbahiyê arasteyî wê kir û ragihand, roleke diyar û bi bandor a rêxistina we di tevgera edebî û rewşenbîrî ya gelê Kurdistanê de hebû.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya salvegera yobîlê zêrîn ya damezirandina Yekîtiya Nivîskarên Kurd, peyameke pîrozbahiyê arasteyî wê kir û ragihand, roleke diyar û bi bandor a rêxistina we di tevgera edebî û rewşenbîrî ya gelê Kurdistanê de hebû.
Serokwezîr peyama xwe arasteyî serok û endamên Yekîtiya Nivîskarên Kurd kir û nivîsî: “Bi boneya yobîla zêrîn ya Yekîtiya Nivîsjarên Kurd, germtirîn pîrozbahî pêşkêşî we dikim, hêviya serkeftin û berdewamiyê ji we re dixwazim”.
Di beşeke din a peyamê de hatiye, “Bêgûman roleke diyar û bi bandor a rêxistina we di tevgera edebî û rewşenbîrî ya gelê Kurdistanê de hebû, bi taybet di parastin û geşepêdana zimanê Kurdî de. Herwiha rola Yekîtiya Nivîskarên Kurd di berevanîkirina li mafên demokratîk û netewî yên gelê Kurdistanê de ji bîr nabe, ku berehemên xwe yên binirx, xizmeteke mezin ji tevgera ronakbîriya netewa me re kiriye”.
Di peyama Serokwezîr de hatiye jî, “Hêviya pêşketinê ji we re dixwazim û hêvîdar im bizav û kedên we yên binirx ji bo xizmetkirina ziman û edeba Kurdî berdewam bin”.
S. B