Bi piştevaniya Tirkiyê çekdaran dest mûşekbaran hêzên rêjîmê kirin
Artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve dest bi êrîşeke berûvajî kirine û xalên artêşa Sûriyê li rojhilatê Idlibê mûşekbaran dikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve dest bi êrîşeke berûvajî kirine û xalên artêşa Sûriyê li rojhilatê Idlibê mûşekbaran dikin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, hêzên Tirkî û grûpên çekdaran dest bi êrîşeke berûvajî li ser xalên artêşa Sûriyê li derdora bajarokê Seraqib û derdora wê kirin û bi mûşekan êrîş dikin.
Li gor zanyariyan, hêzên Tirkî û grûpên çekdaran amadekarî kirine di çend demjimêr yan çend rojên bê de dest bi êrîşeke bijahî ya berfireh bikin.
Herwiha topxaneya Tirkiyê firokxaneya Cib El Remlê li parêzgeha Hemayê topbaran dike.
Ev yek di demekê de ye, li gor zanyariyên Rewangehê artêşa Tirkiyê ji roja 2ê vê mehê ve zêdetir ji 1450 barhilgirên serbazî ya ku tank, zirîpoş û kelûpelên serbazî pêk tê, ligel 6 hezar serbaz li Idlibê belav kirine.
Ji aliyekî din ve, helîkopterên rêjîma Sûriyê û firokeyên şer yên Rûsyayê deverên Etarib, Kefir Heleb, Mierit Nasan, Şilix, Kefir Noran, komelgeha Rehal, Orima Mezin, Mensora û hin deverên din li başûr û rojavayê gundewarê Helebê bombebaran dike.
S. B