Êrîşa Rejîma Sûriye hemberî serbazên Tirkiye: 5 kuştî, 5 brîndar
Wezareta Bergirî ya Tirkiye ragihand: “Li Idlibê, di encama topbaran a rejîma Esed de 5 serbazên me hatine kuştin, 5 jî brîndar in”
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Bergirî ya Tirkiye ragihand: “Li Idlibê, di encama topbaran a rejîma Esed de 5 serbazên me hatine kuştin, 5 jî brîndar in”.
Di daxûyaniyê de hatiye: “Li Idlibê, li hemberî serbazên me yên ku dixwazin pevçûnan rawestîn in, ewleyiya sînorên me pêkbîn in, pêşî li koçberî û keraseta mirovî bigrin, ji alî rejîmê ve, di encama topbaran a bihêz de 5 serbazên me hatine kuştin, 5 jî brîndar in”.
Herweha hatiye destnîşankirin: “Li herêmê armancên hatine destnîşankirin, ku cihê topbaranê bûn e, bersivek tund hemberî wan hatine dan. Ew armanc hatine têkbiroin û tol a şehîdên me hatiye girtin. Xwîna wan dê li erdê nemîn e. Serbazên me derbasî rewşa awarte bûn e û bergiriya pêwîst hatiye wergirtin”.
Li devera Idlibê aloziya di navbeyna rejîma Sûriye, Hêzên Rûsya û Tirkiye de ev çend roj in berdewam e. Şandek Rûsyayê jî, ji bo danûstandinan û rêgirîkirin li aloziyan zêdetir hatiye Enqere, lê kigor agahdariyan heta niha tu encam ji hevdîtinan derneketin e.
C.B