Amerîka hevkariya xwe bi hêza Pêşmerge re aşker dike

Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) ji budceya sala bê de daxwaza pesendkirina 740 milyar Dolar ji Kongressê dike, ji wê budceyê zêdetir ji 47 milyon Dolar ji hêza Pêşmerge re terxan kiriye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) ji budceya sala bê de daxwaza pesendkirina 740 milyar Dolar ji Kongressê dike, ji wê budceyê zêdetir ji 47 milyon Dolar ji hêza Pêşmerge re terxan kiriye.

Pentagonê di reşnivîsa budceya sala 2021an de diyar kiriye, bo biçekirin û hevkarîkirina bi 12 lîwayên Pêşmerge re berdewam dibe û di xaleke de reşnivîsê de jî hatiye, heger hat û budceya pêwîst hat nehat pesendkirin, dê bandorê li ser rûbirûbûna terorê bike.

Ji aliyekî din ve, Pentagon daxwaza terxankirina birê 200 milyon Dolar ji bo biçekirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî kiriye.

Koma giştî ya budceya parastin û berevaniya Amerîka ji bo sala 20121an, ji 740 milyar Dolar pêk tê.

Ev hevkariyên Amerîka ji Pêşmerge re pêşkêş dike, 103 Hemmarên ji cura M1151A , 30 Hammar M1151 û 17 otombîlên din ên serbazî lixwe digire.

Herwiha ligel wê jî, çend amûreyên aşkerekirina mayînan, kelûpelên serbazî û çekên curbicur jî lixwe digire.

 

S. B