Li Diyarbekir ê Êlihê operasyoneke serbazî hat destpêkirin
Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê ragihand, wan di navbera parêzgeha Êlih û Diyarbekirê de dest bi operasyoneke serbazî kirine.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê ragihand, wan di navbera parêzgeha Êlih û Diyarbekirê de dest bi operasyoneke serbazî kirine.
Operasyona leşkerî ya di navbera parêzgeha Diyarbekir û Êlihê de li dijî gerilayên PKKê hatiye destpêkirin, 1440 serbaz, polîs û pasawanan beşdar bûne.
Navê operasyonê "Operasyona Zorî ya Kapan 6" lê hatiye kirin, firokeyên şer û helîkopteran jî tê de beşdar dibin.
Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê diyar kir jî, ji fermandeyên serbazî yên parêzgeha Êlih, Diyarbekir û bajarên derdorê jî, piştgirî ji operasyonê re hatine şandin.
Hat ragihandin, ew devera operasyon lê hatiye destpêkirin, ji çûnhatina sivîlan re hatiye qedexekirin.
S. B