Hevdîtina şanda Rûsî û Tirkî li ser Idlibê bê encam bû

Serokomariya Tirkiyê ragihand, şanda Rûsya û şanda Tirkiyê duhî kombûna xwe bi dawî kir, lê ti encam ji kombûnê derneket.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomariya Tirkiyê ragihand, şanda Rûsya û şanda Tirkiyê duhî kombûna xwe bi dawî kir, lê ti encam ji kombûnê derneket.

Serokomariya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, şanda Rusya ya di bin serokatiya Aleksandr Lanvrentyev û şanda Tirkiyê jî di bin serokatiya Ibrahîm Kalin de li avahiya Serokomariyê civiyan.

Şanda Tirkiyê ji şanda Rûsya xwastiye ku rejim êrîşên xwe rawestîne  û heger berdewam be, ewê bersivên tund bidin û êriş wek binpêkirina rêkeftinên Astana û Sûçî binav kiriye.

Duh jî Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlûd Çavuşoglu ragihandibû, ti encam ji hevdîtinên wan ên bi Rûsya re li ser rewşa Idlibê derneketine.

Ev Serokomariya Tirkiyê di demekê de ye, duhî Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand, di encama êrîşeke artêşa Sûriyê de, 5 serbazên Tirkiyê li Idlibê hatibûn kuştin û 5 serbazên din jî birîndar bûbûn.

 

S. B