Serok Barzanî û Wezîrê Derve yê Iraqê rewşa Iraqê guftûgo dikin
Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Mihemed Elî El Hekîm Wezîrê Derve yê Iraqê û şanda pê re kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Mihemed Elî El Hekîm Wezîrê Derve yê Iraqê û şanda pê re kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên li ser asta navçeyê û Iraqê guftûgo kirin û ronahî xistin li ser proseya siyasiya Iraqê û çawayiya rûbirûbûna qeyranên Iraqê û di derbarê babeta raspardina Serok Wezîrê nû yê Iraqê de danustandina bîr ramanan kirin.
Her di vê civînê de tekez li ser bicîhkirina daxwaziyên xwepêşanderan û li ber çav girtina daxwaziyên hemû pêkhatên Iraqê kirin.
Gefa hizra tundiyê û egerên bihêzbûna DAIŞê mijareke din a vê hevdîtinê bûn.
S. B