Mesrûr Barzanî: Piştevaniyê li hikûmetekê ku pabend be bi mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Iraqê Mihemed Elî El Hekîm kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Iraqê Mihemed Elî El Hekîm kir.

Di hevdîtinê de, guftûgo derbarê dawî pêşhatên Iraq û navçeyê hatin kirin. Tekezî li girîngiya arambûna rewşa Iraqê û pêkanîna hikûmeteke giştgîr hate kirin, ku cihê razemendiya piraniya xelkê Iraqê be û pêwendiyeke wê ya baş bi Herêma Kurdistanê û welatên cîran û civaka navdewletî re hebe.

Pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de tewereke din a hevdîtinê bû. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi wê da, ew piştevaniyê li hikûmetekê dikin, ku pabend be bi mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê.

 

S. B