Fermana girtina Sedam Husên derket

Sedam Husên, berpirsê pişka pilandananê di Dîwana Parêzgeha Kerkûkê de bi tuhmeta wergirtina bertîlê ji alîyê desteya destpakîya Kerkûkê fermana girtina wî derket.

K24- Hewlêr

Sedam Husên, berpirsê pişka pilandananê di Dîwana Parêzgeha Kerkûkê de bi tuhmeta wergirtina bertîlê ji alîyê desteya destpakîya Kerkûkê fermana girtina wî derket.

Çavkanîyekî di Dîwana Parêzgeha Kerkûkê ev nûçeya Kurdistan24 piştrast kir û aşkera kir, bi sedema derketina wê fermanê, Sedam Husên revîya ye û naçe ser dewama xwe.

Sedam Husên, piştî 16yê Oktoberê bi fermana parêzgeha sepandîyê Kerkûkê, Rakan Cibûrî li wê postê hatîye danan û keseke cihê bawerîya Cibûrîye.