Amerîka: Êrîşên artêşa Sûriyê ser serbazên Tirkiyê li Idlibê sînor derbas kirin e
Amerîka radighîne, êrîşên artêşa Sûriyê ser serbazên Tirkiyê li Idlibê sînor derbas kirin e û ew dê piştevaniya Tirkiyê bikin.
K24- Hewlêr
Amerîka radighîne, êrîşên artêşa Sûriyê ser serbazên Tirkiyê li Idlibê sînor derbas kirin e û ew dê piştevaniya Tirkiyê bikin.
Nûnera Amerîka li NATOyê Kay Bailey Hutchison di daxuyaniyekê de ragihand, ew hemû rêkarên Tirkiyê li Idlib dike napejirîn in, lê ew dibînin, ku êrîşên artêşa Sûriye, ya ku ji alî Rûsyayê ve tê piştevanîkirin, hemû sînor derbas kirin e.
Navborî got jî, Amerîka bi her awayî piştevaniya hevpeymanê xwe yê NATOyê dike. ew dê daxwaz ji Rûsyayê bikin, ku piştevaniya Esed rawestîn e, da ku rê ji bo rêkeftinek aştiyê li wî welatî, bê dayîn.