Ji 6'ê Sibatê ve ti agahî ji sê penaberên Kobanîyê nayên girtin
Şandeyek ji Rêveberên Şaxa Wanê ya Komeleya Mafên Mirovan û kesûkarên penaberên Kobaniyê bi qeymeqam û fermanbarên serbazî yên navçeya Ebexe ya Wanê re liser rewşa penaberên wenda hevdîtinek pêk anîn. Ligor nirxandina rêveberên Komeleya Mafên Mirovan, lêkolîna liser bûyerê berdewam dike, lê belê ji ber şertên zehmet ên keşûhewayê, heta niha jî, tu encam bidest neketine. Kesûkarên penaberan dibêjin, dibe ku penaber sax bin û di destê rêberên qaçaxçiyan de bin.
K24- Wan
Şandeyek ji Rêveberên Şaxa Wanê ya Komeleya Mafên Mirovan û kesûkarên penaberên Kobaniyê bi qeymeqam û fermanbarên serbazî yên navçeya Ebexe ya Wanê re liser rewşa penaberên wenda hevdîtinek pêk anîn. Ligor nirxandina rêveberên Komeleya Mafên Mirovan, lêkolîna liser bûyerê berdewam dike, lê belê ji ber şertên zehmet ên keşûhewayê, heta niha jî, tu encam bidest neketine. Kesûkarên penaberan dibêjin, dibe ku penaber sax bin û di destê rêberên qaçaxçiyan de bin.
Xebatên li ser peydakirina agahiyên derbarê rewşa 13 penaberên Kobaniyî û Efxanî ku ji 6'ê Sibatê ve wenda ne berdewam dikin. Ji aliyê parêzgeriya Wanê ve ji bo ku li cihê bûyerê lêgerînê bikin tîmên hawarçûnê tên şandin lêbelê ji ber şertên giran ên keşûhewayê ti encam nayên bidestxistin. Şandeyeke ji Şaxa Wanê ya Komeleya Mafên Mirovan ÎHD'ê bi kesûkarên penaberan re hatin navçeya Ebexe ya Wanê û bi rayedarên dewletê re hevtîdin pêk anîn. Serokê Şaxa Wanê yê Komeleya ÎHD'ê Murat Melet got; qeymeqamê navçeyê jî dibêje; derbarê penaberan de ti agahiyên teqez tine ne.
Murat Melet- Serokê Komeleya ÎHD'ê ya Wanê- got:"Bi rastî em îro jî negihiştin ti encamekî. Ji ber vê yekê em hatin Ebexê û me bi qeymeqam û serleşkerê navçeyê re hevdîtin pêk anîn. Ji mere gotin ji bo lêkolîn û lêgerîna tîmeke hawarçûnê rêkirine cihê bûyerê. Lêbelê şert û mercên rewşa hewayê xirab e, mirov nikar xulekan li derve bisekinin. Rayedaran jî gotin rast e hin agahî di destê me de jî hene lêbelê şert û mercên hewayê nahêjin em bigihin encamekî."
Qaçaxçiyên mirovan bi pereyeke zêde penaberan di rêyên xetere û zor û zehmet re derbas dikin. Lêbelê gelek caran jî penaberan dixapînin û wan di nîvê rê de bi tenê dihêlin. Li gorî gotinên kesûkarên penaberên Kobaniyî qaçaxçiyên mirovan ji wan re gotine ji 150 penaberan 13 penaber li nêzîkî gundê Nawîre ji serma qerisîne û canê xwe ji dest dane. Lêbelê kesûkarên penaberan bi qaçaxçiyên mirovan nebawer in û dibêjin; gelek nakokî di gotinên qaçaxçiyan de hene û dibe ku ji bo pereyan ew dîl girtibin. Endamê Komîteya Şêwirmendiyê ya PKD-S'ê Mihemed Nebî ango Ebû Şilaş jî bi kesûrên xwe re bi rojane li pey şopa her sê penaberên Kobanî digere. Ebû Şilaş jî got; rayedarên dewletê dibêjin ti rastiya mirina penaberan tine ye. Li gorî Ebû Şîlaş, qaçaxçiyan penaber dîl girtine.
Mihemed Nebî - End. Kom. Şêwirmendiyê yê PDK-S- dibêje:"Qeymeqam û berpirsê polîsan ji me re gotin ku dê li ser vê bûyerê lêkolînê berdewam bikin û dê pêwendiyê bi Hikûmetê re jî danin, Qeymeqam jî got, gotinên ku dibêjin 10, 13 kes li ser sînor di bin berfê de canê xwe ji dest dane ne rast in. Ez di wê baweriyê de me ku mirovên me di destê qaçaxçiyên mirovan de ne û ew ji bo pereyan girtine. Lê sax an mirî em dixwazin heqîqeta bûyerê bizanin. Ev gotinên derbarê 13 penaberan de ne rast in."
Her sê penaberên ji Kobaniyê Ebdo Şêx Ebdurehman û hevjiyana wî Hindirîn Îbişê û ciwanekî bi navê Azad Hemê di 6'ê sibatê de bi komeke penaber re xwestin ku li ser Rojhilat re derbasî Bakur bibin lê hat gotin ku 10 jê Efxenî û 3 jî ji Kobanî bi giştî 13 penaber wenda bûne. Ji 6'ê Sibatê ve ti agahî ji wan nayê girtin û nayê zanîn ka sax in an mirîne. Parêzgeriya Wanê radigihîne; heta ku şert û mercên keşûhewayê rê bide dê li ser rêkirina tîmên hawarçûnê ji bo cihê bûyerê berdewam bin.