Pentagonê ji budceya sala bê, zêdetir ji 47 milyon dolaran ji hêza Pêşmerge re terxan kiriye

Wezareta Berevaniyê ya Amerîka Pentagon, ji budceya sala bê, daxwaza pesendkirina 740 milyar Dolar ji Kongressê dike, ji wê budceyê, zêdetir ji 47 milyon dolaran ji hêza Pêşmerge re terxan kiriye.

K24- Hewlêr

Wezareta Berevaniyê ya Amerîka Pentagon, ji budceya sala bê, daxwaza pesendkirina 740 milyar Dolar ji Kongressê dike, ji wê budceyê, zêdetir ji 47 milyon dolaran ji hêza Pêşmerge re terxan kiriye.

Pentagonê di reşnivîsa budceya sala 2021an de diyar kiriye, bo biçekirin û hevkarîkirin a bi 12 lîwayên Pêşmerge re berdewam dibe û di xalek reşnivîsê de jî hatiye, ger hat û budceya pêwîst nehat pesendkirin, dê bandorê liser rûbirûbûn a terorê bike.

Ji aliyek din ve, Pentagon daxwaza terxankirina birê 200 milyon dolar ji bo biçekirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSD jî, kiriye.

Koma giştî ya budceya parastin û berevaniya Amerîka ji bo sala 20121an, ji 740 milyar dolaran pêk tê.