Li navçeya Seraqib a Idlibê şerek dijwar birêve diçe

Li Îdlibê taybet li derdora navçeya Seraqibê şer her ku diçe germtir dibe. Êrişên firokeyên Rûsya û Sûriyê berdewam in

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Îdlibê taybet li derdora navçeya Seraqibê şer her ku diçe germtir dibe. Êrişên firokeyên Rûsya û Sûriyê berdewam in. Li gor agahiyên dawî di êrişan de 13 kes hatine kuştin.

Dijbereyên Sûriyê hewl didin navçeyê ji kontrola hêzên hikûmeta Sûriyê derbixin. Li gor daxuyaniya dijbereyê, li gundewarên navçeyê du tankên hikûmeta Sûriyê hatine têkşikandin û tankek jî bidest xistine.

Çekdaran, li heman deverê, helîkopterek xistin xwarê. Her çend di dîmenan de diyar dibe pîlot xwe bi paraşutê davêjin jî, çekdar dibêjin, pîlot di dema ketina helîkopterê de mirin e.

Çekdarê dijbereya Sûriye destnîşan dike:

"Evê hun li pişt me dibînin, helîkopterê rejîma Sûriyê ye. Ev helîkopteran, li herêmên azad bi bombeyên giran êriş li zarok, jin û sivîlan kirine. Birayên mucahîd beriya çend xulekan ev helîkopter xistin xwarê. Pîlot mirin. Hun niha parçeyên helîkopterê dibînin. "

Digel şerê germ, hevdîtina şandan bo dîtina çareseriyê jî berdewam dike. Li gor ajansa Reutersê danûstandinên navbera şanda Rûsya û Tirkiye bêencam bidawî hatine.

Her weha Rûsya bang li Tirkiyeyê dike, li Îdlibê êrişên li ser hêzên Rûsî û Sûriyê rawestîne. NATO û Balyozxaneya Amerîka li Enqereyê bang li Rûsya û Sûriyê dikin ku, êrişên li ser Îdlibê rawestînin û daxawaz agirbesteke lezgîn dikin. Bi armanca gotubêjkirina rewşa dawî ya Îdlibê û dîtina çareseriyê Nûnerê Taybet yê Amerîkayê bo Sûriyê James Jeffrey serdana Tirkiyeyê dike.

Şerê Îdlibê mijareke sereke ya partiyên siyasî yên Tirkiyeyê bû. CHP dide xuyakirin, erkê sereke parastina sînoran e, ne şerê nav axa sûriyê ye.

Faîk Oztrak – pevydare CHPdibêje:

".. Li Îdlibê rewş her ku diçe dijwartir dibe. Ji bo şerekî dijwar hemû şert û merc hatine amadekirin. Çirûskeke biçûk dikare bibe sedemê şerekî germ. Divê Tirkiye serbazên li xalên çavdêriyê biparêze. Lê divê bo parastina grupên çekdar nekeve pevçûnan. Şandina serbazan divê tenê ji bo parastina serbazên me û sînorên were bikaranîn.

 Her çend HDP bang li desthilatê dike ku hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne. Tirkiye şandina hêzan de berdewam dibe.

 

 

 

C.B